Tîrêjên rojê yên dawiyê di çaxê êvarê da, rêyekê didin xuyanîkirin ku ez daxwazkarê nivîsîna wême. Xişe-xişa pelên dara di bin pêngavên min da dibêjin: bihêle heya ku bikevî, hingî tu yê rêya azadiyê peyda bikî.
Nameya dawiyê ya şehîd Êhsan Fetahiyan
Tîrêjên rojê yên dawiyê di çaxê êvarê da, rêyekê didin xuyanîkirin ku ez daxwazkarê nivîsîna wême. Xişe-xişa pelên dara di bin pêngavên min da dibêjin: bihêle heya ku bikevî, hingî tu yê rêya azadiyê peyda bikî.
Qet ji mirinê netirsiyame, heta vê gavê ku di etmosfêrê herî nêz û çaxê herî semîmî da, li kêleka xwe hiss dikim. Mirinê bêhn dikim û carke din dinasim, çimkî ew nasekî dêrîne ji vî gel û welatî ra. Ne bi mirinê ra belkî li ser sedemên mirinê dipeyvim, niha ku „tawan“(2) hatiye gûherandin û ew weke maf û azadî wergerandine, gelo mirov dikare ji aqibet û encama xwe ya dawiyê bitirs? „ Em“ yên ku ji aliyê „wan“ ve bi mirinê hatine mehkûmkirin, di têkoşîn û li pey peydakirina kune ronahiyekê bûn ku jiyana me ber bi cîhaneke baştir û dûr ji hemû mafkûjiyê ve bibe, gelo ew jî haydarî kar û kirinên xwene?
Min li bajarê Kirmaşanê dest bi jiyanê kir, cihê ku mezinahiya wê tim li ser zimanê himwilatiyên mine, cihê ku dergûşa bajarvaniya welatê min bûye. Kûrahiya hişê min ez ber bi wê rastiyê ve kişandim ku cudatî û rewşeke nerewa li wira bibînim û ji hemû kûrahiya canê xwe cewherê wê fêm bikem ku behsa zilmê dikir, stem û zilma derheqa mafê min da wek takekes û derheqa min da weke komeke insanî(civakî). Peyketina çima ya vê zilmê û rakirina wê, hezaran rê û raman nîşanî min dan, lê mixabin ku wan rê li ber etmosfêrekî wiha girtibûn û mafxwazî jî cemidandibûn û tepisandibûn ku di hundir da min rêyek peyda nekir û tevî hemû sinorên destçêkirî min ber bi cihekî din û hêlîneke din ve bar kir:“ Ez bûm Pêşmergê Komelê“.
Evîn û heza ji bo peydakirina kesayetiya xwe û nasnama ku ez jê hatime bêpar kirin, ez ber bi wira ve kişandim. Dûrketina ji cihê ji dayikbûnê tevî ku ezabê dide mirova û zehmet jî bû, lê ew ticarî nebûn sedema qûtbûna min ji cihê ji dayikbûna min. Her çend carna bi armanca dubare hevdîtin û peydakirina bîranînan, ber bi mala xwe ya yekê ve diçûm, lê carekê „wan“ tam û xweşiya hevdîtinê di qirka min da tehl kirin, ez girtim û avêtim nava qefesê. Hema ji destpêkê û bi wê mêvanperweriya mirovhezane ya kesên ku ez girtibûm!! min zanî ku hemen qedera tirajîk û xemgîn ya koçer û rêgirên vê rêya tejî kerwan li benda mine: şikence, dusya duristkirin, dadgehên alîgir(3) û bi awayekî dijwar kontrolkirî, biryarek tam neadilane û siyasî û di dawiya dawî da mirin…
Rawestin ez hinekî semîmanetir ji wera bêjim: Piştî girtinê li bajarê Kamyaran di 29. 04. 87an da û piştî çend saet mêvanbûna di îdara êtlaata wî bajarî da, di rewşekê da ku kelpçe û çavbendeke stor bizav û dîtin ji min ra yasax kiribûn, kesekî ku xwe wek berdevkê dadyar bi min da nasandin, dest bi pirsîna hinek pirsên bêwate û tejî tawanên ku ti peywendî bi min ve nebûn, kir.( pêwîste bê gotin ku her cure lêpirsîneke qezayî di cihekî ji xeynî dadsera û dadgehê da li gor zagûnê yasaxe).
Bi vî awayî kilîl li dewra yekê ya lêpirsînên min yên takane xistin(4). Di hemen şevê da ez birim îdara êstixabarata bajarê Senendecê û xweşî an jî şahiya rastîn li wira bi min dane tecrube kirin: hocreyk pîs bi tuwalêteke bêhnnexweş û betenîyên ku xuyabû çend deh salek ji hevdîtina wan ya bi av û paqijiyê ra derbas bibûn. Ji wir û şûnda bi şev û roj dalana li jêr erdê û odeyên lêpirsînê bi tama lêdan û şikenceyên pir giran û li dervey hêza berxwedana mirova bûn karekî bêdawî û li pey hev ku sê meha berdewam bû. Kesên birêz yên ku lêpisrîn bi min ra dikirin bi armanca bilindkirina cih û rutbeya karê xwe û di xeyala bidestxistina çend qûroşên kêm û bêqîmet, di van sê mehan da dest bi çêkirina tawan û sûçên ecêb û xerîb kirin ku wan bixwe jî bêtir ji herkesî bi duristnebûna wan îman û bawerî hebûn. „Bi îmthankirina hemû şêweyan û ez di kiryara çekdarî da beşdar bibûm“ ew sûç bûn yên ku di îspatkirina wan da pir xebitîn. Tenê xala ku hate îspatkirin endambûna min ya di Komelê da û propagande li dijî sîstemê bûn ku baştirîn belge ji bo sûçdarkirin û dayîna hukimê dadgeha yekê bûn. Şûbeya yekê ya dadegeha ênqlaba îslamî li Senendecê, cezaya deh sala bi sirgûna bo girtîgeha Ramhûrmoz da.
Sentêza îdarî û siyasî li Îranê hertim bi nexweşiya navendgerayî(5) re rû bi rû bûye, lê vê carê tevî ku li ser bûyerê xeberdar jî bûn di zahir da dixwestin girêdana bi biryarên navendê ra hilînin. Di van çaxên nû da ênsyatîv û selahiyeta dubare lênêrîna hukimê cezayê ji tawanbarên siyasî ra di dereca herî bilind da- heta îdam- ji dîwana bilind standine û sipartine mehkemên dubare lênêrîna wilayetê. Bi îtiraza dadyarê bajarê Kamyaran li ser hukimê yekê û cihê ecayêbeke mezin e ku berevajî zagûnên girêdayî babet û hundirî Îranê bixwe jî, şûbeya çarê ya dadgeha dubere lênêrîna wilayeta Kurdistanê, hukimê 10 sal zindanê kirin îdam!. Li ser esasê benda 258 ya zagûna dadweriya dayîna cezayê, mehkemên dubare lênêrînê tenê di rewşekê da dikarin li dijî hukimê yekê biryareke nû biden ku cezayê hatî dayîn ji kêmtirîn heddê cezayên diyarkirî di qanûnê da, kêmtir be. Li gor daxwaza dadwer sûçê ku ez pê hatime tawanbar kirin- yanî muharibe(dijiminî bi Xûdê ra)- hukimê herî kêm di vê derbarê da yek sal e, êca niha hûn bixwe ferqa 10 salên bi sirgûnê bi vî hukimê herî kêm ra bidin berhev(qiyas biken) daku bi bêqanûnî, bêhiqûqî û siyasîbûna hukimê îdamê bizanîbin û jê fam biken.
Elbete gere bê gotin û neyê ji bîrkirin ku: demeke kin beriya gûherîna hukimê yekê, careke din ez ji girtîgeha navendiya Senendecê birin girtîxana êstêxbaratê û li wira ji min hate xwestin ku di hevpeyvîneke vîdeoyî da li ser hinek karên ku min nekirine îtraf û peyv û cumleyan di redkirina fikir û ramanên xwe da beyan bikim. Bi hemû zextên pir giran ra, ez amade nebûm ku daxwaza wan ya nemeşrûi bipejirînim û wan jî bi eşkerahî gotin ceza min yê bikene îdam ku gelek zû soza xwe anîn cih û girêdana dadgehê ya bi berpirsên emniyet û yên ku ji qezawetê fam naken, îspat kirin. Êca ger waye gelo mirov dikare rexneyekê li wan bigire?!
Qazî sond xwariye ku li her derê, her çaxekî û li hemberî her takekes û babetekî da bêalî dimîne û tenê ji pencera hiqûq û qanûnê yê li cîhanê binêre. Êca dema ku sedaqeta qazîyê vî welatî ketiye ser rêyeke şaş, gelo ew dikare îdia bike ku sonda xwe neşkandiye û bêalî û adil maye? Li gor min hejmara qaziyên wiha nagehe hejmara tiliyên destekî. Dema ku hemû sîstema qezayî ya Îranê tenê bi îşare û destûra lêpirsekî(6) nezan û cahêl di warê xwîndina hiqûqî da fermana girtin, mehkeme, zindanîkirin û mirina kesan îcra dike, gelo mirov dikare li ser yek an jî çend qazî yên bêdesthilat û biçûk yên wilayeteke hertim li jêr zilmê û siyaseta apartheid da mayî, gilî-gazinan bike? Belê mal ji esas û bingeha xwe da wêrane……
Niha tevî ku di hevdîtina dawiyê di zindanê da bi dadwerê ku berê ceza yekê daye, li ser neqanûnîbûna îcrakirina hukimê niha îsrar dike, lê bo cara duyê jî ew dixwazin hukimê îdamê pêkbînin. Pêwîste bê gotin ku îsrareke wiha ji bo cî bi cîkirina destûrê bi her awayekê ku mumkine, encama zexta saziyên emniyetî û siyasî yên li dervey „quveya qezayîyê“ye(7). Kesên endam di van saziyan da tenê bi rêya fîşên hiqûqî, kîn û armancên xwe yên siyasî li mesela mirin û jiyana girtiyekî siyasî dinêrin. Ji wan ra ji xeynî armancên nemeşrûi ti „pirsgirê“kek nayê ber çava û beyankirin. Heta ger ew tişt yekemîn mafê ku bi mirov ra tê dinê yanî mafê jiyanê jî be. Belgeyên cîhanî û navnetewî ji wan ra pêşkêş bin, lê ew heta zagûn û dîspilînên nava xwe jî hîç û vala dihesibînin.
Lê gotina dawiyê: Ger li gor gomana zordar û desthilatdaran, mirina min yê bibe sedema ji holêrabûna pirsgirêkekê ya binavê „ pirsgirêka Kurdistan“, divê bêjim ku ev xeyal û ramaneke pûç û vala ye. Ne mirina min û ne jî mirina hezaran kesên weke min nabe melhemek ji dermankirina derdekî wiha bêderman ra û çiqas jî yê agirê wê gortir û geştir bike. Bêgoman:“ her mirinek jiyaneke din bixwe ra diafirîne.“(8)
Êhsan Fetahiyan
Girtîgeha Navendiya Senendec
17. 8. 1388
NOT Û TÊBÎNÎ:
1. Name yekşemê di 17ê meha Abana sala 1388ê Şemsî da hatiye nivîsandin( 08. 11. 2009). Sê roj piştî nivîsandina vê namê Êhsan Fetahiyan di temenê 28 saliyê da hate îdam kirin.
Ev name ji aliyê hinek kesan ve bi awayekî gelek kurt ji zimanê Farsî hatiye wergerandin, lê min li vira hemû name wergerandine ser zarava Kurmancî û weke emannetekî dîrokî cewherê wê mîna orjînala wê hatiye wergerandin.
2. ...„tawan“ hatiye gûherandin: Li vira Êhsan behsa sûçê xwe yê berê dike ku 10 sal zindan bûn, lê niha tawana wî mezntir kirine û bûye îdam.
3. Dadgehên alîgirên sîstema serdest li Îranê ku mafê himwilatiyan dikene fîdayê birayarên siyasî û dûr ji edaletê.
4. Yanî lêpirsînên min yên yekê û destpêkê, dan dest pêkirin.
5. Navendgerayî: Yanî peywendî û girêdana 100% bi biryar û qirarên kesên ku li Tehranê dikarin biryara herî dawiyê biden.
6. Lêpirs ew kese yê ku dema girtinê dibe berpisê girtiyekî siyasî û dusya wî ya ji bo mehkemê amade dike. Fars ji keseên wiha ra dibêjin: “bazco” yanî kesê ku bi şikence û darê zorê kesan naçar dike ku biaxivin.
7. Saziya ku karê qezawetê li hemû Îranê dike.
8. Di sîstema totalîtera komara îslamî da tenê gotineke wiha bese ku bi hezaran kesên weke nemir Êhsan Fetahiyan îdam û golebaran bike. Hemû felsefe û evîna pîroza qehremanekî weke Êhsan Fetahiyan di vê gotina wî da ji mera eşkera dibe. Bi vê ra elbete rayedarên “komara wehşetê” yê kesên wiha ku dikarin serkêşiya doza gelê xwe biken, bikujin. Êhsan Fetahiyan bû sembola berxwedana gelê Kurd li rojhelatê Kurdistanê. Ew Qazî Mihemedê vê sedsalê ye.
Wergêr : Kakshar Oremar